Ad (728x90)

Saturday, August 6, 2011

Filled Under: ,

Vê hefte; Şêrînan, Dojeha Meymûnan: Destpêk, Derîeqil û Roja Dayikan

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE



















4 fîlmên nû yên di vîyonên cîhanê de...



Şêrînan - The Smurfs

Derhêner: Raja Gosnell
Lîstikvan: Neil Patrick Harris, Jayma Mays, Sofia Vergara
Welat: DYE
Cure: Anîmasyon , Pêkenînî, Malbat

Fîlmê kartonê efsanewî "Şêrînan" ku bi salan bûn hezkiriyên zarok û mezinan vê carê bi avayê fîlmê sînameyê derket pêşberî temaşevanan.

Şêrînan ku her çiqas wek xêze fîlm dihat nasîn jî di rastî de ev fîlmê karton behsa komunîzmê, jiyana komînal û şerê kapîtalîst û gelan bi şexsên Gargamel û gundê Şêrînan de dikir.

Lê vê carê Şêrînan ji aliyê Hollywoodê ve hate kişandin û gundiyên Şêrîn li New Yorkê di navenda kapîtalîzmê de ne.

Dîsa jî ji bo we û ji bo zarokên we mecareya Şêrînan a li New Yorkê vê hefte dikare bibe alternatîfek.





Dojeha Meymûnan: Destpêk / Rise of the Planet of the Apes

Derhêner: Rupert Wyatt
LÎstikvan: James Franco, Freida Pinto, John Lithgow
Cure  Zanistvehan, Macera, Aksîyon

Xelekeke nû ya rêze "Dojeha Meymûnan" ku beşa pêşîn di sala 1968'an de hatibû kişandin bi beşeke nû û bi yeknîk û efektên nû li pêşberî we ye. Di vê fîlmê de jî behsa şerê meymûnan ku ji bo kontrol kirina mirovan dikin tê kirin.





Derîeqil - Unthinkable

Derhêner: Gregor Jordan
Lîstikvan: Samuel L. Jackson, Carrie-Anne Moss, Michael Sheen, devamı...
Welat: DYE
Cure: Rageşî

3 bombeyên atomê ku ji aliyê "terorîst"ekî tê weşartin dibe kabûsa DYE'yê.  Ji bo peyda kirina  Bombeyên ku cihên wan nayên zanîn dadger û ajaneke FBI'yê dikevin têkoşîneke mezin.

Wê daziyê vê fîlmê we matmayî bihêle...





Roja Dayikan -  Mother's Day

Derhêner: Darren Lynn Bousman
Lîstikvan: Deborah Ann Woll, Jaime King, Shawn Ashmore, devamı...
Cure: Tirs

Fîlmê tirs û hêrdariyê Roja Dayikan ku ji aliyê derhênerê fîlmên Birek 2, 3 û 4'ê ve hatiye kişandin de piştî navbereke dirêj  Rebecca De Mornay di rola serkede dileyze....



(HAWAR NET /SinemaKurd)

Bi şerte nîşandana çavkaniyê bikaranîn serbest e.
www.hawarnet.net

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib