Ad (728x90)

Friday, September 23, 2011

Filled Under: ,

Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê li benda berheman e

FESTÎVAL SÎNEMAYA KURDÎ
7’emîn Festîvala Fîlmên Kurd ku îsal dê di navbera 17-24’ê sermawezê de li dar bikeve li benda fîlm û belgefîlmên derhênerên kurdan e.

Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê (FFKL) yekemîn festîvala kurdan e ku di sala 2001’ê de dest pê kiribû. Festîval îsal 7’emîn car li Londona Îngilistanê dar dikeve û heta 25’ê rezberê li benda berhemên derhênerên kurd û berhemên derhênerên biyanî lê fîlmên wan ên li ser kurdan kişandine.

Festîval îsal dê di navbera 17-24’ê Sermawezê de li Hackney Picturehousê bê li dar xistin.

Amadekarên festîvalê di daxuyaniya ku weşandine de wisa gotine: “Em wekî lijneya amadekar a festîvalê, hemû derhênerên kurd û ne-kurd ku sebaret bi kurdan û arîşeyên kurdan fîlm çêkirine vedixwînin da ku berhemên xwe ji bo bernameya îsal a festîvalê radest bikin. FFKL fîlmên hevdîtinê, belgefîlman û kurtefîlmên bi binenivîsa îngîlîzî ji bo pêvajoya hilbijartinê dipejirîne. Em dikarin fîlman di gelek formatan de nîşan bidin (35mm, HD, Mini DV, DVD di nav de).”

Ji bo kesên eleqedar navnîşan:

www.lkff.co.uk
Mustafa Gundogdu
KHRP
11 Guilford Street
London WC1N 1DH
United Kingdom

Telefûn: 00 44 78 76 71 02 50
E-name: mustafa.gundogdu@gmail.com

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib