Saturday, September 24, 2011
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Sînemaya Kurdî bi Tirkî nîqaş kirin
By
Serbûriyek
Dated
11:11 AM
Sînemavanên ciwan di Foruma Civakî ya Mezopotamyayê de rewşa sînemaya kurd raxist pêş çavan. Ji ber ku sînemaya kurd bi zimanê tirkî hate vegotin, ev yek bû sedema nerazîbûnê.
Li Parka Sumerê di çarçoveya çalakiyên forumê de panelek bi navê “Sînemaya Kurd” pêk hat. Moderatoriya panelê ji aliyê Medet Dilek ve hate kirin. Sînemavanên kurd İbrahim Yıldırım, Deniz Oğuzsoy, Arîn Arjen, Ferit Karahan, Ömer Leventoğlu, Kamuran Çakır û Murat Malgir axivîn.
Kamuran Çakır ku axaftina destpêkê kir, sînemaya kurd ji Yılmaz Güney heta Bahman Gobadî anî. Piştre Arîn Arjen axivî. Arjen jî li ser amûrên ragihandinê û sînemaya kurd sekinî.
Sînemavan Ömer Leventoğlu jî bal kişand ku sînemaya kurd bi tirkî tê nîqaşkirin û diyar kir ku ev nakokiyeke pir mezin e. Leventoğlu, destnîşan kir ku sînemaya kurd çavkaniya xwe piranî ji wêjeyê digre. Sînemavan Murat Malgir jî bal kişand ku di demên dawî de sînemavanên ciwan ên kurd serkeftinên baş bi dest dixin û di 20 festîvalên cuda de fîlmên bi kurdî tên nîşandin.
Deniz Oğuzsoy jî behsa şert û mercên giran ên di dema çêkirina fîlman de vegot û da zanîn ku di warê madî de zehmetiyên gelek mezin tên kişandin.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)

0 yorum:
Post a Comment