Ad (728x90)

Saturday, September 24, 2011

Filled Under: ,

Vê hefte Ji Hevaltiyê Wêdetir, Killer Elite û Ez Nizanim Ev Jin Çawa Dikare

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE


Vê hefte 3 fîlmên nû di nîşandayinê de ne.



Ji Hevaltiyê Wêdetir  -  Friends With Benefits

Dîroka nîşandanê: 23 Îlon 2011
Derhêner: Will Gluck
Lîstikvan: Justin Timberlake, Mila Kunis, Patricia Clarkson
Cure: Komedî, Romantîk
Welat: DYE

Ji Hevaltiyê Wêdetir (Friends With Benefits) bi sehneyên xwe yên pêkenînî wê bala sînemahezan bikşîne.

Fîlma ku ji aliyê  Will Gluck hatiye birêvebirin fîlmeke ji rêze ya cureya romantîk-komedî ye.  Di fîlmê de Jamie û Dylan fam dikin ku ew pir dişibin hevûdin. Lê her du jî di jiyanên xwe de ewqas zêde têkîliyên dilî danîne ku êdî her du jî dev ji evînê berdane û ji ber vê yekê dixwazin tenê kêf bikin û heval bimînin. Ev her du jî naxwazin hêst ni nav têkiliyên wan de hebe û dixwazin nav heavltiya xwe seksê jî lê zêde bikin lê wê di dawiyêde hevaltiya wan wê biçe ber bi ku ve?!....





Killer Elite

Dîroka nîşandanê: 23 Îlon 2011
Lîstikvan. Jason Statham, Clive Owen, Robert De Niro..
Welat: DYE, Avustralya
Cure: Rageşî, Aksiyon

Di fîlmê de endameke kavn a servîsa îstîxbaratê ya Brîtanyayê wexta ku mamosteya wê ya sîxûrtiyê dikeve tengasiyê bi neçarî  vedigere rojên xwe yên xeter. Di maceraya ku hewl dide dostê xwe rizgar bike de bi qasê xwe jîr ajanek din jî peyda dike lê rizgar kirina dostê xwe ji taxmîna wê dijwartir derdikeve. Heman mijar berê jî di çend fîlman de hatiye bikaranîn.

 
 


Ez Nizanim Ev Jin Çawa Dikare - I Don't Know How She Does It

Dîroka nîşandanê: 23 Îlon 2011
Derhêner: Douglas McGrath
Lîstikvan: Sarah Jessica Parker, Pierce Brosnan, Greg Kinnear, devamı...
Cure: Pêkenînî

Kate Reddy him di şîrketeke rêvebiriya fînansî de dixebite û heman demê de jî bi karên malê, zarok û merê xwe re  mijûl e. Hevalên wê yên ezeb fam nakin ku ka ew çawa ewqas kara bi hev re dimeşîne. Wexta Kate karekî ku divê gellek caran biçe New Yorkê digre jiyana wê zêdetir serûbin dibe.


(HAWAR NET/SinemaKurd)

Bi şertê çavkanî nîşndanê bikaranîn serbest e.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib