Ad (728x90)

Friday, October 21, 2011

Filled Under: ,

3 fîlmên aksîyonî: Contagion, Paranormal Activity 3 û Conan the Barbarian

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE


Vê hefte 3 fîlmên aksîyonî di vîzyonê de ne...



PEROK

Dîroka Nîşandanê: 21 Cotmeh 2011
Derhêner: Steven Soderbergh
Lîstikvan: Marion Cotillard, Matt Damon, Laurence Fishburne
Cure: Dram , Zanistvehan, Aksîyon

Steven Soderbergh  careke din bi fîlmeke cihêreng hat. Perok (Contagion) bi sehneyên xwe yên aksîyon û rakêşî derdikeve pêşberî bîneran.

Di fîlmê de Beth Emhoff piştî ku ji gereke karê vedigere piştî 2 rojan dimire. Doxtor ji mêrê wê re dibêjin ku ew fam nekirine ku ka çima jina wê miriye. Piştî demeke heman nîşane di mirovên din de jî derdikevin holê û piştre dimirin. Piştre ew nexweşiya perok belavî û hemû cîhanê dibe.

Mirov niha him hewl didin canê xwe rizgar bikin û him jî hewl didin ku di nava jiyana civakî ku hatiye asta xirab bûnê de bimînin. Ka cîhan ji vê rewşê dê çawa xilas be?


PARANORMAL ACTIVITY 3

Dîroka Nîşandanê: 21 Cotmeh 2011
Derhêner: Henry Joost û Ariel Schulman
Lîstikvan: Katie Featherston, Chloe Csengery, Mark Fredrichs
Cure: Tirs , Fantastîk

Sînemahez di vê beşa dawîn a vê fîlmê de wê biçin dema pêşîn ku lanet hatiye ser Katie û Kristi yê ku bi bi hêzên dervey xwezayî ve mijûl dibin.





CONAN THE BARBARIAN

Dîroka Nîşandanê: 21 Cotmeh 2011
Derhêner: Marcus Nispel
Lîstikvan: Jason Momoa, Rachel Nichols, Stephen Lang
Cure: Aksiyon , Fantastîk , Serpêhatî

Fîlmê navdar vê carê bi avayekî 3D di sînemayê de ye û di fîlmê de behsa şerê Conanê Kimmeriyayî a bi hêzên xirab re ku ji bo standina tola malbat û gûndê xwe yê talan kirî dimeşîne dike.


(HAWAR NET/SinemaKurd)

Bi şertê çavkanî nîşandanê, bikaranîn serbest e.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib