Ad (728x90)

Friday, October 21, 2011

Filled Under: ,

Li Germiyanê "demsala sînemayê"

FESTÎVAL SÎNEMAYA KURDÎ
Navenda Rewşenbîrî ya Çemçemalê dê ji îro û heta 24ê vê mehê ve, werzekî sînemayê birêve bibe


Çalakî dê îro li Çemçemalê bi beşdariya 18 kurtefîlman dest pê bike û biryare 3 rojan bidome.

Sînemakar û serpereştyarê çalakiyê Bextyar Ebdilrehman ji AKnewsê re ragihand ku ew wek Navenda Rewşenbîrî ya Çemçemalê bo yekemîn car li bajarokê, werzekî sînemaya kurdî li dar dixin.

Ebdilrehman amaje kir ku di çalakiyê de dê 18 kurtefîlm bêne pêşandan û hunermendên bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê dê tê de beşdar bin.

Ebdilrehman ronî kir ku di yekemîn roja çalakiyê de, dê kurtefîlmê “Bê Kes” ku xelatên navdewletî bi dest xistine, were pêşandan.

Ebdilrehman aşkere kir ku beşekî fîlmên ku dê bêne pêşandan, yên beşa sînemayê ya zanîngeha Selahedînê ne û di dawiya çalakiyê de, dê xelat bi ser beşdaran bêne parvekirin.



Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib