Ad (728x90)

Thursday, October 6, 2011

Filled Under: ,

Sînemaya Kurdî li Romanyayê ye

FESTÎVAL SÎNEMAYA KURDÎ
Çar kurtefîlm, dokumenter û anîmasyonên bernemên sînemakarên Kurdistanê ji bo 19mîn festîvala navneteweyî Alter-Natmeyê ya li Romanyayê hatin amadekirin, hatin hilbijartin.

Kurd Press weşandiye ku dokumentera “Şîleyî Berd” (Şîrava Kevir/Ber) ya derhêner Sitar Çemenî Gul, kurtefîlma “Royîştin” (Çûn/Meşiyan) ya derhêner Salim Selwat û anîmasyona “Jenyaran” ya derhêner Kiyanûş ‘Ebdî, sê berhemên sînemakarên kurd in ku bi nuneratiya sînemaya Îranê di festîvala Alter-Natmeyê Romanyayê de beşdar bûn.

Her wiha kurtefîlma “Denge Nebînrawekan” (Dengên Nayên Bihîstin/Sehkirin) berhema Ferzîn Kerîm a nûneratiya Herêma Kurdistanê di vê xola 19mîn a festîvalê de beşdar bûn.

19mîn xola festîvala navneteweyî Alter-Natme ku yek ji wan giringtirîn festîvala hêja ya di warê kurtefîlm a di asta cîhanê de ye, rojên 11 heta 15yê xezelwerê li Romanyayê birêvediçe.

Kurtefîlma “Royîştin” ya derhêner Salim Selwatî hunermendê sînemakarê Sineyê, di meha xermananê vê salê di 22yemîn festîvala navneteweyî “Sauwpaulo” ya li welatê Brezîlyayê hatibû nîşandan

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib