Ad (728x90)

Wednesday, October 19, 2011

Filled Under: , ,

Filmên pêşbirka Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney diyar bûn

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel navê filmên di Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney de ji bo xelatan bikevin pêşbirkê eşkere kir. Di beşa kurdî de 40 filman serlêdan kir û ji wan ji bo fînalê 15, di beşa belgefilman de jî ji 21 filman 10 filman mafê pêşbirkê qezenc kir.

Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê organîzenkirin. Filmên ku wê di mihrîcanê de bikevin pêşbirkê ji aliyê Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel ve hatin eşkerekirin. Ji bo beşa kurdî 40 filman serlêdan kir û ji wan filman 15 filman mafê li fînalê tevlî pêbirkê bibin wergirtin. Dîsa di beşa belgefilman de jî 21 filman serlêdan û ji wan 10 filman mafê pêşbirkê qezenc kir. Film ji bo filma herî baş ji komîteya juriyê re hatin şandin. Di daxuyaniya alîkarên Şaredar Mustafa Tugyildiz û Hamza Ayîş jî tevlî bûn de, Wekîlê Şaredar Serhat Temel encam eşkare kirin. Temel, diyar kir ku amadekariyên wan ên mihrîcanê wê 14-19ê mijdara 2011an pêk bê, berdevam dikin.

Di sê beşan de mihrîcan

Temel, anî ziman di juriyê de Sirri Sureyya Onder, Yuksel Yavuz, Nazmî Kirik, Seren Yuce û Sevîlay Demîrcî cih digrin û wiha got: "Wekî tê zanîn me par mihrîcana yekemîn li dar xisti bû. Amraca me ew e ku em bi vê mihrîcanê bajar bînin rojevê . Me par tenê di beşa filmên kurt de pêşbirk li dar xist. Îsal em dê di beşa fîlmên kurt, belgefilm û çîroka filman, di sê beşan de pêşbirkan li dar bixin. Di 19ê mijdarê de dê jurî filmên layîqê xelatan hatin eşkere bike û em jî dê wan xelat bikin."

Lîsteya filmên tevlî pêşbirka mihîrcanê dibin ev e:

Belgefilm:

Halabja - Arkam Hidou

Berîvan - Aydîn Orak

Annem Bariş Îstiyor - Azîz Çapkurt

Evdalê Zeynîkê - Bulent Gunduz

Silo Qiz - Bulent Boral

Rewşen - Cemîl Oguz

Bîstanê Zêrîn - Seyda Goyan

Be Wetan - Hadî Sumer

Wîr Tragen Sutîk - Rîndo Sur

Camdan Kopruler - Kîbar Daglayan Yîgît

Filmên kurt:

Olumun Rengî - Aydin Orak

Kesk (Yeşîl) - Emîn Dogan

Bêdengi - Azîz Çapkurt

Ademîn Kuyusu - Veysel Cîhan Hizar

Toros Canavari - Firat Yavuz

Piştî îlonê - Ramazan Guneş

Bark - Omer Çakan

Zamanin Avuçlari - Alî Aktemur

Perepara - Bedîrhan Sakçî

Yusuf'un Ruyasi - Ferît Karahan

Ya Roj Di (Bîr Gunde) - A.Rahman Baydemîr

Provasiz Goçer Hayat - Rojda Şukran Karaş

Sudan Korkan Adamlar - Selîm Akgul - Seren Gel

Pera Berhange - Arîn Înan Arslan

Alî Ata Bak - Orhan Înce

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib