Ad (728x90)

Thursday, November 10, 2011

Filled Under: , ,

4emîn Festîvala fîlmên kurdî li Silêmaniyê tê sazkirin

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
4emîn festîvala fîlmên kurdî dê rojên 22 heta 28ê kanûnê li bajarê Silêmaniyê bê lidarxistin.Visteval

Li gorî daxuyaniya giştî ya festîvalê, 4emîn festîvala fîlmên kurdî dê bi serpereştya Birêveberiya Hunera Sînemayê li Silêmaniyê û bi beşdariya sînemakarên kurd û biyanî birêve biçe.

Di festîvalê de, dê fîlmên dirêj, kurtefîlm, belgefîlm, fîlmên zarokan û fîlmên enimation bêne pêşandan û roja 22ê vê mehê roja dawî ya wergirtina fîlman e.

Di festîvalê de, xelata beşa pêşbirkê heye ku pêk hatiye ji aska zêrîn digel hin pere bo warên curecur wek pêşbirka fîlmên dirêj: xelata baştirîn derhênan, baştirîn fîlmê komîteya dadweran, bo

kurtefîlman jî: xelata baştirîn sînaryo, derhêner, lîstikvanê sereke yê kurd, wênegirtin, montaj û deng.

Nûnerê festîvalê li Swêdê Mîran Kamela derbarê wergirtina fîlman ji AKnewsê re aşkere kir ku divê fîlmên beşdar bi sîstemê HDcam, Dvcam û MM35 bin, her wiha kurtefîlm, fîlmên zarokan û

fîlmên enimation dê bêne wergirtin û kurtefîlm divê dema wan nekêmtirî 5 deqan û nezêdetirî 30 deqan be.

Kamela xuya kir ku fîlmên ku dê beşdariya festîvalê bikin, nabe li çalakiyên nava bajarê Silêmaniyê, kenalên asmanî û navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatibine pêşandan û divê sala

berhemanîna fîlmê jî li ser nivîsandî be û berhema sala 2010 heta 2011 bin.


Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib