Thursday, November 10, 2011
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Mihrîcana Filmên Kurdan a Berlînê dest pê dike
By
Serbûriyek
Dated
4:54 PM
Şeşemîn Mihrîcana Filmên Kurdan ên Berlînê di 11’ê mijdarê de li Berlînê dest pê dike. Di nava kesên ku piştgirî didin mihrîcanê de Şaredarê Berlînê Klaus Wowereit jî heye.
6. Mihrîcana Filmên Kurdan a Berlînê di roja înê de, demjimêr di 20.00 li salona sînemayê ya Cineplex Nekölln bi filmê Atîlla Cengîz “Ogul” (Kur) dest pê dike. Piştî nîşandana film wê hunermenda Kurd Hanî derbikeve ser dikê.
Wê di mihrîcana ku wê hefteyek biajo de 52 filmên kurt-dirêj û belgefilm bê nîşandan.
Taybetmendiyek a mihrîcanê ya îsal ew e ku wê gelek rejîsor ji her aliyên Kurdistan û cîhanê beşdar bibin. Ji Elmanyayê Ayşe Polat, Solîn Yusif, ji Belçîkayê Binevşa Berîvan, ji Qenedayê Zayne Akyol, ji Başûrê Kurdistanê Viyan Mayî û ji Bakûrê Kurdistanê Tulîn Dag wê bi filmên xwe beşdarî mihrîcanê bibin.
Her wiha, wê bernameya mihrîcanê di 12’ê berfanbarê de bibe mêvana bajarê Dihok a Başûrê Kurdistanê. Dîrektorê Mihrîcanê Mehmet Aktaş e, hinartina bernameya mihrîcanê ya bo Dihokê jî weke “Pira Çandî” tê şîrovekirin. Wê Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê jî piştgirî bide mihîrcanê.
Rojnameyên weke IKMG û Le Monde Le Monde Diplomatique kurdî jî piştgirî dide mihrîcanê. Filmên bi navê; “Après la Chute”, “Bahoz”, “Cerx” “Der Duft des Apfels”, “Doz”, “Ein Augenblick Freiheit”, “Herman”, “Kick Off Kirkuk”, “Mandoo”, “No One Knows About Persian Cats” di mihrîcanê de balê dikişînin. Bernameya mihrîcanê li ser navnîşana “kurdischesfilmfestival.de” ye.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment