Ad (728x90)

Saturday, April 7, 2012

Filled Under: , ,

Fîlmên hefteyê: Hêrsa Tîtanan, 50/50, Mûcîzeya Mezin, Neynik Neynik

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ


Vê hefte 4 fîlmên nû di sînemayan de tên nîşan dan.





Hêrsa Tîtanan (Wrath of the Titans)

Derhêner: Jonathan Liebesman
Lîstikvan: Sam Worthington, Liam Neeson, Ralph Fiennes
Navê Orjînal: Clash of the Titans 2: Wrath of the Titans
Welat: DYA
Cure: Macera , Fantastîk, Aksîyon
Dîroka çêkirinê: 2012

Lawê Zeusê Perseus (Worthington) ê a nîv-xweda piştî ku Krakenê têkbir 10 salan derbas bûye û li gel kurê xwe ya 10 salî dixwaze wek masîvenek jiyaneke aram derbas bike. Di vê demê de jî di navbera Tîtan û xwedayan de têkoşîna desthilatdariyê destpêdike. Piştî rewş gellek xirab dibe û malbata wî jî dikeve nav vî şerî Perseus neçar dibe tevlî vî şerê dibe.




50/50

Derhêner: Jonathan Levine
Lîstikvan: Joseph Gordon-Levitt, Seth Rogen, Anna Kendrick
Welat: DYA
Cure: Dramatîk komedî
Dîroka çêkirinê: 2010

50/50 bi çîroka xwe ya ku behsa serpêhatiya zilamek ciwan ku dikeve nexweşiyeke bimirin û vê yekê ji bo kifş kirin û fam kirina jiyanê jixwe re dike firsend dike.

Fîlm behsa hevaltî, têkoşîna mayîna li jiyanê û hez kirinê dike.

Senaroyoya fîlmê jî ji aliyê Will Reiser ku bixwe jî bi nexweşiya kanserê re têdikoşe hatiye nivîsandin.



Mûcîzeya Mezin

Derhêner: Ken Kwapis
Lîstikvan: Kristen Bell, Drew Barrymore, John Krasinski
Navê Orjînal: Big Miracle
Welat: DYA, Îngîlîstan.
Cure: Dram , Romantik
Dîroka çêkirinê: 2012


Fîlm ji pirtûka Tom Rose'ê a bi navê “Freeing the Whales" hatiye vegûheztin.

Fîlm çîroka têkoşîna dilkiriyekî Greenpeace û nûçevanê televizyona nûçeyan a navçeyeke biçûk li hemberî "hêzên super"  ku ji bo parastina balînayan ji qeşayên ku li Cemsera Bakûr çêdibe dike.




Neynik Neynik

Derhêner: Tarsem Singh
Lîstikvan: Julia Roberts, Lily Collins, Armie Hammer
Welat: DYA
Cure: Fantastîk, Macera, Pêkenînî
Dîroka çêkirinê: 2012

Fîlma "Mirror Mirror" behsa aliyên çîroka klasîk "Prensesa Pemû û Heft Cûceyan" ku nehatine vegotin dike

Fîlm bi şêwazeya xwe pêkenînî balê dikşîne.

(HAWAR NET)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib