Monday, April 16, 2012
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Sala bê li Stockholmê dê Mîhrîcana Filmên Kurdan bê çêkirin
By
Serbûriyek
Dated
12:45 PM
Li Swêdê derhênerên Kurd yên ciwan ji bo belavkirina filmên Kurdî, nasandina çand û zimanê Kurdî, bi armanca nîqaşkirinê ka wê bikarin çi bikin li Stockholmê kombûn.
Derhênerên Kurd gihan wê tespîtê ku filmên Kurdan zêde ji aliyê civaka Swêd û Kurdan ve nayên naskirin û ji bo ev rewş ji holê rabe gihan hemfikra pêngavên ber biçav bên avêjin. Di merheleya despêkê de biryara rêxistinekî bi navê “Stockholm Kurdish Film Festival” dan.
Ji bo li Stockholmê “Mîhrîcana Filmên Kurdan” bê amadekirin komîteyekî 40 kesî ya ku piraniya xwe ji kurdên çar parçeyan pêkhatiye hate avakirin û kar belavkirina hate çêkirin.
Armanca komeleya Stockholm Kurdish Film Festival (SKFF) filmên Kurdan di televîzyon, pirtûkxane, dibistan û sînemayên Swêdê de hewil bide pêşkêş bike. Û her wiha her sal li Stockholmê Mîhrîcana Filmên Kurdan durist bike. Bi vî awayî armanc dikin ku, çanda Kurdan, pêkûtî û êrîşên li ser gelê Kurd bigehînin raya giştî.
Rojnamevan û Derhêner Yasemîn Salik’a ku kirin Şefê “Mîhrîcana Filmên Kurdan ya Stockholmê” avakirina Mîhrîcana Filmên Kurdan ya Stockholmê wiha ravekir:
“Ez niha belgefilmek amade dikim, qismek ya dîmenan min li Amedê kêşa. Min dît li Kurdistanê eleqeyek mezin didinê. Lê belê ne agahiyên min yên ji filmên kurdan ez weke trajediyekê bi nav dikim. Ez weke yeka Kurd ji xwe pirsa çima heya niha min têkiliya xwe bi filmçêkerên Kurd re çênekiriye. Ji ber vê ez gelek xemgîn bûm. Ji ber vê çendê emê li vir mîhrîcana filmên kurdan çêbikin.”
Krîterên Mîhrîcana filman jî hate diyarkirin û li gorî vê, pêwîste filmên bên pêşkêş kirin, pêwîste mijara wan Kurdistan û Kurd be, pêwîste derhêner eslê xwe Kurd be û filmê xwe li Kurdistanê kêşa be. Lê belê derhênerên Kurd filmên dervey Kurdistanê jî kêşayî dikarin mîhrîcanê de bên pêşkêş kirin. Wê di mîhrîcanê de filmên zaravayên kurdî nûnertiya wan wekhev were dest girtin.
“Mîhrîcana Filmên Kurdan yên Stockholm”ê dê di 21-24’ê Sibata 2013’an de li Sînemaya Rîo ya navend Stockholmê bê pêkanîn.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment