Ad (728x90)

Thursday, June 21, 2012

Filled Under: ,

"1984" a Orwell'ê ji nû ve dibe fîlm!

NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ
Romana navdar a George Orwell a bi navê 1984 ji nû ve wê wek fîlm bê kişandin.

Şîrketa Imagine Entertainment ev demeke dirêj di nava lêgerîna peyda kirina senarîstekê de bû û dawiya dawî jî bi senarîst Noah Oppenheim'ê li hev kir.

Heman roman di sala 1984'an de ji aliyê Michael Radfordê ve wek fîlm hatibû kişandin lê zêde nahtibû ecibandin.

Romana George Orwell "1984" romaneke pir navdar e û behsa cîhaneke ku di bin rêvebiriya 3 dewletên totalÎter ku bi hev re şer dikin dike. Di 1984' de dewlet civakeke bê hiş, bê mixalefet, bê raman dixwaze biafrîne û civakê bi rêbazên ecêb digûherîne. Ev roman wek hişyariyeke girîng e hemberî dewletên ku dixwazin civakan bikin xûlamên sîstemê têne binavkirin.

Roman di dema xwe gellek kesan xistibû bin bandora xwe. Di fîlmê de karaktera "Bradera Mezin" ku hemû civakê xistibû bin kontrola xwe û herkesî dişopand û "raçav" dikir, hê jî navê "Bradera Mezin" wek îfade kirina rejîmên totalîter tê bikaranîn. Fîlma "V For Venetta" jî ji bandora vê mijara romanê mabû. (HAWAR NET)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib