Fîlma herî zêde ku vê hefte balê dikşîne fîlma Jean Marc Vallee a bi navê "Café de Flore" Frensî ye. Fîlm 2 çîrokê ku yek ji di roja me de yek jî di salên 1960î de ku bi hev re dimeşin vedibêje. Di fîlmê de behsa evîneke mistîk (razdar) dike.
Fîlmeke din a balkêş jî dîsa fîlmeke Frensî ya ku derhêner Jalil Lespert kişnadiye fîlma bi navê "Bayên Hişk (Des Vents Contraires)" ku di rolê sereke de Audrey Tautou û Benoît Magimel dilîzin heye. Ger rojek jina we bibêje ez êdî nikarim tehemmulî vê jiyanê bikim û tu şop li pêy xwe nehêle û winda bibe wê hûnê çi bikin? Di fîlmê de Paul piştî ku hevjîna wî Sarah ji holê radibe bersiva vê rewşê dijwar digere.
Yek ji fîlmeke xûrt a vê hefteyê fîlma sînemagerê navdar Lawrence Kasdan'ê a bi navê "Rêhevalamin - Darling Campanion" ku bi kadroya xwe ya bihêz balê dikşîne ye.
Her wiha fîlmên "Inbetweeners" a komedîya ciwaniyê ye, "The Innkeepers" ku fîlmeke rageşî ye, "Periya Evînê (The Fairy)" fîlmeke pêkenînî ye, "Pirana 3DD" jî di sînemayan de li benda we ne... (HAWAR NET)
0 yorum:
Post a Comment