Tuesday, June 12, 2012
Filled Under: FESTÎVAL, SÎNEMAYA KURDÎ
Mîhrîcana Film ya Amedê ya Navneteweyî tê li darxistin
By
Serbûriyek
Dated
3:19 PM
Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn mîhrîcana film ya Amedê ya Navneteweyî di navbera 22 û 28'ê Cotmehê de li Amedê dê pêk bîne. Rêvebirê Komeleyê Îlham Bakir diyar kir ku, ew bi vê mîhrîcanê armanc dikin ku mîhrîcaneke alternatîf ya civakê esas digire pêş bixinin.
Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn ji bo danasîna mîhrîcana filman ya Amedê ya Navneteweyî li salona şano ya navenda çand û ciwanan ya Cegerxwînê civîna çapemeniyê lidar xist. Endamê lijneya rêveberiya komeleyê Îlham Bakir daxuyanî da û got; "Em dixwazin feraseta hunera alternatîf ya demokratîk, civakperest, wekheviya zayendî bi gel re parve bikin. Dîsa em bi mîhrîcana Amedê re hedef dikin ku hemû sînemavanên kurd û yên Rojhilata Navîn bînin ba hev.
'EM MÎHRÎCANA FILMAN A ALTERNATÎF ARMANC DIKIN'
Bakir diyar kir ku bi vê mîhrîcanê re ew feraseteke alternatîf armanc dikin û wiha axivî: "Ev mîhrîcan di heman demê de ji bo pêşveçûna sînemaya kurdî jî dê gelekî girîng be. Berhemên sînemaya Rojhilata Navîn jî di vê mîhrîcanê de dê bên pêşandan. Lewma ev jî girîng be. Di mîhrîcanê de di çarçoveya rêgezên sînemaya cîhanê de dê hemû berhemên sînemayê bên pêşandan. Lewma bi feraset û pêkhatina vê mîhrîcanê di heman demê de ew ê bibie mîhrîcaneke alternatîf."
DI ÇARÇOVEYA RÊGEZAN DE DÊ MÎHRÎCAN PÊK BÊ
Bakir anî ziman ku mîhrîcan dê rêgezên sînemayê esas bigire û der heqê naveroka mîhrîcanê de ev agahî dan: "Di mîhrîcanê de rêgeza sereke dê zimanê kurdî û zaravayên wê be. Li vê derê ya tê armanckirin piştgiriya zimanê kurdî ya di zimanê kurdî de ye. Em ê senarîstên kurdî dinivîsînin bînin ba hev. Tevî salonên sînemayê dê li gelek deveran jî kêfa sînemayê bê jiyîn û mîhrîcan dê li gelek deverên bajarê belav bibe. Di mîhrîcanê de gelek panel, xebatên atolyeyê, dê bên lidar xistin.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment