Mîhrîcana Mêrdînê Sînemardîn îsal di navbera 8-15’ê hezîranê de dê 7’emîn car li dar bikeve. Di mîhrîcanê de bi dehan fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene ku di nav de gelek fîlm û belgefîlmên bi kurdî jî hene.
Seroka Mîhrîcana Sînemardînê Helun Firat di merasîma vekirina mîhrîcanê de axivî û diyar kir ku armanca wan a sereke ew e li Mêrdînê bingheke bo sînemayê ava bikin û wê di qada navneteweyî de bidin nasîn. Firat destnîşan kir ku îsal ji bo piştgirî bidin sînemagerên ciwan îmzaya xwe avêtine bin gelek çalakiyên cihêreng jî û wiha axivî: “Îsal jî em ê gelek fîlmên xelatgir ên derhênerên navdar ên cîhanê bi sînemahezan re parve bikin. Îsal me di mîhrîcanê de ji bo du beşan pêşbirk jî amade kirine. Fîlmên metrajkurd û belgefîlm dê di pêşbirkê de bi dengên temaşevanan ve werin neqandin û xelatkirin.”
ÎSAL MECÎDÎ MÊVAN E
Ji Îranê îsal derhêner Mecîd Mecîdî dibe mêvanê Sînemardînê. Par derhênerê kurd Behmen Qubadî bûbû mêvan, Sînemardînê îsal gazî Mecîd Mecîdî kiriye. Mecîdî (1959, Tehran) di salên 1980’yan de dest bi kişandina kurtefîlm û belgefîlman kiriye û yekemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj jî di sala 1992’yan de kişandiye. Di sala 1997’an de fîlmê wî ‘Zarokên Bihuştê’ bûye berendama xelatên Akademiyê. Mecîdî ku heta niha fîlmên wekî ‘The Fathen’ (1996) û ‘Baran’, ‘Strana Çivîkan’ kişandine, li qada navneteweyî gelek xelat jî girtine.
FÎLMÊN KURDÎ
Di mîhrîcanê de gelek fîlmên bi kurdî jî hene. Di warê fîlmên metrajdirêj de wekî fîlmên bi kurdî ev fîlm hene: ‘Anadilim Nerede’ (Derhêner Velî Kahraman), ‘Dengê Bavê Min’ (Derhêner Orhan Eskikoy, Zeynel Dogan), ‘Kick-off Kirkuk’ (Derhêner Şewket Emîn Korkî), ‘Ez Firiyam Tu Ma Li Cih’ (Derhêner Mizgîn Mujde Arslan), ‘Rêç’ (Derhêner M. Tayfur Aydin), ‘Li Vir’ (Derhêner Haco Çeko)
BELGEFÎLMÊN KURDÎ
Di beşa belgefîlman de jî çend belgefîlmên bi kurdî hene. ‘Evcîlîk- Malok’ ê Bingol Elmas ku li ser keçên di zarokatî de dizewicin; ‘Maya’ yê Rodi Yuzbaşi ku bi ser dengêjan re parçeyeke jiyanê nîşan dide; ‘Min Kîyim’ ê Esîn Akgul ku li ser eşîra Şêxbiziniyan hatiye kişandin; ‘Dengê Pepûkê’ ê Caner Canerik ku li Dêrsimê li ser lêgerîna kokek hatiye kişandin; ‘Rewşen’ ê Cemil Oguz ku bi ser kovara Rewşenê re qala zimanê-wêjeya kurdî û anekdotên salên 90’î dike dê derkeve pêşberî sînemahezên Mêrdînê.
0 yorum:
Post a Comment