Ad (728x90)

Sunday, August 19, 2012

Filled Under: , ,

Bo Festîvala Fîlman a Duhokê zêde nema

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navneteweyî di navbera 9 û 16ê êlûnê de tê lidarxistin. Di festîvala li bajarê Duhokê were lidarxistin wê zêdeyî 80 fîlm werin nîşandan û di nava fîlmên werin nîşandan de, wê li gel fîlmên bi kurdî, fîlmên biyanî jî hebin. Di nava fîlmên werin nîşandan de, fîlmên ji derhênerên ji her ?ar par?eyên Kurdistanê hene. Herwiha digel fîlmên dirêj wê delfeta sînemahezan ?êbibe ku li gelek kurtefîlman jî temaşe bikin.

´Deh nijleyên festîvalê amadekariyan dikin´

Ji birêveberê festîvalê Adil Evdilrehman ji Rûdawê re diyar kir ku di nava fîlmên kurdî yên werin nîşandan de wê ji hêla jûriya festîvalê ve xelat di nava fîlmên kurdî de werin belavkirin. Di derbarê armanca lidarxistina vê festîvalê de jî Evdilrehman anî zimên ku armanca wan danasîna sînemaya kurdî ye û herwiha ew dixwazin sînemaya kurdî bi cîhanê bidin naskirin. Ji hêla din ve li ser pirsa ka ew ji kengî ve haziriyên vê festîvalan dikin, Adil Evdilrehman da zanîn ku derdora şeş mehan e ku ew di nava amadekariyan de ne û derdora deh nijleyên ku wan destnîşankiribûn vî karî birêve dibin.

Piştgiriyek xurt a sponsoran heye

Di derbarê fînansekrina festîvalê de jî Evdilrehman diyar kir ku di nav de walîtiya Duhokê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, gelek dezgehên ragihandinê, sazî û şirket di warê pêkanîna vê festîvalê de alîkariyê didin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê festîvalê de wê ne tenê sînemahez bi fîlmên sînemaya kurdî û yên biyanî re bigihin cem hev, herwiha wê sînemavanên kurd jî bikaribin bi vê rêyê hevdu nas bikin û danistandin di derbarê projeyên xwe yên nû yên li ser sînemaya biafirînin. Herî dawî li Hewlêrê di navbera 5 û 9ê tebaxê de festîvala fîlmên kurt li dar ketibû û bi giştî ji 64 kutefîlmanên serî li festîvalê dabûn, 24
hatibûn nîşandan.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib