Ad (728x90)

Thursday, August 23, 2012

Filled Under: ,

Li Amedê binesaziya sînameya Kurdî tê sazkirin

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Konservatuara Aram Tîgran ya li Amedê, piştî perwerdehiya 2 salan dîplomeyên yekem da xwendekaran. Ji mamosteyên sînemayê û derhêner Zeynel Dogan û Ekrem Heydo, diyar kir ku hemû xebatên xwe bi zimanê kurdî dimeşînin û binesaziya sînameya Kurd tê sazkirin.

Konservatuara Bajar a Aram Tîgran a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate vekirin piştî perwerdehiya 2 salan mezûnên xwe yên ewil dide. Li konservatuarê li beşa sînemayê 16, beşa muzîkê 11, beşa wêne 10 û beşa reqsa gel 5 xwendekaran perwerdehî dîtin û piştî stajan wê perwerdehiya xwe temam bikin . Li konservatuarê xwendekarên beşa sînemayê yên perwerdehiya xwe ya 2 salan xelas kirin berhemên xwe yên yekemîn çêkirin. Di fîlman de li ser pirsêkên civakî tê sekinan din û zimanê fîlman jî piranî kurdî ye.  Konservatuar wê perwerdehiya xwe bi zimanê kurdî berbike. Qeydên perwerdehiya sala nû wê ji 27'ê Tebaxê heta 5'ê Cotmehê berdewam bikin û piştî qeydan û ezmûna bi devkî, wê xwendekar  ji konservatuarê re bên girtin.

Hemû xebatên bi kurdî ye
Ji mamosteyên Konservatuara Aram Tîgran û Derhêner Ekrem Heydo, diyar kir ku piştî perwerdehiya 2 salan beşa sînemayê dest bi çêkirina fîlman kir û di nav projeyên wan de belgefilîm û filmên din jî hene. Heydo, anî ziman ku perwerdehiya ew didin tenê ji bo avakirina binesaziya sînemaya kurdî ye û wiha got: "Sînameya kurd hem li Amedê û hem jî li bakurê Kurdistanê bi çêkirina binesaziya wê wê dest bi hilberînê bike. Em meteryalên hûnerê yên zimanên din werdigerînin kurdî. Yekemîn care em tiştekî wisa dikin."
Heydo, da zanîn ku ew bi zimanê kurdî bi fîlmên çêdikin bidin jiyîn û hemû xebatên xwe bi zimanê Kurdî didin meşandin. Heydo, bilêv kir ku êdî fîlmên kurdî tên çêkirin û wiha axivî: "Em ji bo sînameya kurd êdî bi hêvî ne. Ji bo sînemayekî akademîk pêk bê divê hîn xebat bê meşandin. Ev plansaziya me wê demek dirêj bigire. Lê wê di encama vê yekê de sînameyekî akademîk pêk bê."

Rastiya kurdan derbasî sînemayê kirin
Ji mamosteryên Konservatuara Aram Tîgran û Derhêner Zeynel Dogan jî diyar kir ku di beşa sînameyê de beşên produksiyon, senaryo, sînematografî û kamera pêk hatin û ev 4 beş ji bo sînameyê gelek girîng in. Dogan, anî ziman ku dema dest bi xebatê kirin rastî gelek pirsgirêkan hatin û ji bo sînemaya kurd tu meteryal tunebûn. Dogan, da zanîn ku di pêvajoya perwerdehiyê ya 2 salan de salekê aliyê teorîk û salekê jî aliyê pratîk pêk anîn û wiha axivî: "Di encama perwerdehiya 2 salan de hilberînên derketin holê balê dikşînin ser pirsgirêkên civakî. Di filman de rastiya gorên komî hatin vegotin. Di kurte filma bi navê 'Defter' de rastiya gorên komî hate vegotin. Di belgefilma 'Îro doh e, Arkeolojiya Xirabûnê´ de têkoşîna 80 salan a Kurdan û windayên di vê pêvajoyê de hatin dayîn tê vegotin. Bi belgefilma 'Seydvan' jî der barê kewan de film hate çêkirin. Ji bo dema pêş projeyên me hene. Em li ser van difikirin. Em li ser kêmasiyên xwe nîqaşan dikin. Ez bawer dikim ku emê îsal hîn tiştên baştir çêbikin."
DÎHA/AMED

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib