Ad (728x90)

Thursday, September 20, 2012

Filled Under: , ,

Li Duhokê fîlmê Hinar Selîm bi ser ket

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
1'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê beşa fîlmên metrajdirêj de Hinar Selîm bi fîlmê xwe "Ger tu bimirî, ezê te bikujim" bi ser ket.

Hinar Selîm xelat girt

1'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê 9'ê vê mehê dest pê kir û 16'ê mehê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hatin xelatkirin.
Di beşa fîlmê metrajdirêj de fîlmê derhêner Hinar Selîm ê bi navê "SI TU MEURS, JE TE TUE (Ger tu bimirî, ezê te bikujim)" bû yekemîn. Selîm ku di fîlm de çîrokeke evînî pêşkêş dike pêre jî trajedî û komedî derdikeve pêşberî temaşevanan.
Fîlmê Hinar Selîm ê bi zimanê fransî û kurdî ku 95 deqîqe ye, Golshifteh Farahani û Jonathan Zaccai serlîstikvaniya wî dikin.

'Bêdeng' li Duhokê jî xelat girt

Di beşa kurtefîlman de jî kurtefîlmê L. Rêzan Yeşilbaş "Bêdeng" bi ser ket. Yeşilbaş ku bi vî kurtefîlmê xwe li Festîvala Cannesê xelat girtibû, li Duhokê jî bû yekemîn û xelata xwe girt. "Bêdeng li ser serdema Derbeya 12'yê Rezberê ya Girtîgeha Amedê hatiye kişandin.
Di heman beşê de kurtefîlmê Sahîm Omer Xelîfe ê bi navê "Welatê Qehremanan" bû duyemîn û kurtefîlmê derhêner Şaxewan Ebdullah Qazî ê bi navê "Dalya" jî bû sêyemîn.

"Melodiya Kevir" xelat girt

Di beşa belgefîlman de jî derHêner Perwîz Rustemî bi belgefîlmê xwe "Melodiya Kevir" xelata yekemînî girt.

Ji bilî van di festîvalê de çend jurî çend xelatên taybet jî belav kirin. Derhêner Zanyar Adamî û David Herdies bi fîlmê "Kurê Gerîla"; derhêner Rizgar Huseyîn jî bi "Bisqilêt" xelata taybet a juriyê girt.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib