Ad (728x90)

Saturday, September 22, 2012

Filled Under: , ,

Li Hembûrgê Rojên Filmên Kurdan

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
5’emîn Rojên Filmên Kurdan a Hamburgê îsal bi filmê ‘Toros Canavar’ (cinawirên Torosê) yê derhêner Firat Yavûz û “Lal Gece” (Şeva Lal) ya ku Îlyas Salman û Dîlan Aksut rola sereke dileyizîn, dest pê kir. Şahiya filman li Kino 3001 a li semta Sternschanze hat lidarxistin.


Roja Filmên Kurdan bi guhdarkirina muzîkên Memo û Merdan dest pê kir. Ji Komîteya Amadekar nivîskar Anja Flach axaftina vekirnê kir û diyar kir ku ew dixwazin jiyan, çand, huner û Têkoşîna Azadiyê bidin naskirin. Anja Flach da zanîn ku ji ber wê jî ew dixwazin filmên ji aliyê derhênerên Kurd ve hatine kişandin, bi sînemahezan re parve bikin.

Di şahiya filman de axaftinên bi Kurdî û Almanî hatin kirin û gelek filmên nû yên derhênerên Kurd hatin nîşandan, her wiha gelek derhêner û lîstîkvan bi temaşevanan re sohbet kirin.

Rojên Filmên Kurd bi filmê ‘Toros Canavari’ (cinawirên Torosê) yê derhêner Firat Yavûz û “Lal Gece” (Şeva Lal) ya ku Îlyas Salman û Dîlan Aksut rola sereke dileyizîn, dest pê kir.

Di çarçoveya şahiyê de, kû ajansa firatê derbarê wê de ev nûçe weşandiye; filma “Ez Firiyam Tu Ma li Cih” a derhêneriya wê Mizgîn Mujde dike, filma “Dayê Ez Nexweş im” a ku Hatîce Kamer, “Sînorê Şkestî” yê Keywan Kerîmî, “Press” a ku Sedat Yilmaz derhênertiya wê dike û belgewariya jiyana hozanê gel Silo Qiz ê li Dêrsimê dijî vedibêje û gelek filmên din dê bên nîşandan.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib