Ad (728x90)

Monday, October 29, 2012

Filled Under: , ,

Li Amedê bnedêra Sînmeyê: Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dest pê kir. Mîhrîcan li gorî hişmendiya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî tê lidarxistin

Komeleya Sînemakarên Rojhilata Navîn (OSAD) ji bo di qada sînemaya kurdî de xizmetek baş pêş bixe û rê li pêş fîlmên nû yên kurdî veke îro li Amedê deriyên xwe ji sînemahezan re vedike.

Mîhrîcana ku ev çend meh in amadekariyên wê tên kirin û rojnameya me Azadiya Welat jî yek ji sponsorên wê ye amadekariyên wê bi dawî bûn û îro starta mîhrîcanê tê dayîn. Komeleya

Sînemakarên Rojhilata Navîn (OSAD), piştî Mîhrîcana Fîlmên Belgefîlma Fîlm Amed dê Mîhrîcana Fîlman ên Amedê ya Navneteweyî li dar bixe. Mîhrîcana fîlman a Amedê bi gelek aliyên xwe ve ji mîhrîcanên dîtir ên Tirkiye û cîhanê vediqete. Di mîhrîcana Amedê de di warê xeletan de jî cudahiyeke erênî heye. Wekî mînak xelata ekolojiyê, xelata azadiya jinê, xelata dewlemendiya çandî û xelata naveroka civakî ya herî baş bê dayîn.

HEVPARBÛN ESAS E
Di mîhrîcanê de berovajî feraseta pêşbirkê dê feraseta hevparbûnê pêş bikeve. Mîhrîcana ku îro dest pê dike dê heta 4’ê mijdarê bi fîlm û panelên xwe ve rojên mişt sînemapêşkêşî amediyan bike. Gelek derhênerên ku bi fîlmên xwe ve ji aliyê derdorên sînemayê ve tên naskirin û derhênerên ciwan serî li vê mîhrîcana ku yekem car e li dar dikeve xistine. Di pêşnirxandina jûriya mîhrîcanê de gelek fîlm nehatin hilbijartin.
Di mîhrîcanê de dê fîlmên kin, dijrêj û belgefîlm bên nirxandin. Di mîhrîcanê de dê filmên Bênder, Li Vir, Meş, Rêç, 10 Çirkê, Kirik Mîdyeler ji bo tevli mîhrîcanê bibin hatin hilbijartin. Di beşa fîlmê

kin de One Shot, Qilm (Kesit), Land Of The Heroes, Xodika Reş, Peyarê (Sidewalk), Alî Ata Bak, Bê Bersiv, Toros Canavari, Lorîna Kewên Mirî Kolanek Li Paş Mala Me dê bên nirxandin. Di beşa

belgefîlman de, Ez Firiyam Tu Mayî Li Cih, Awazên Axê, Min Rastî Nivîsand, Anlat Bana, Helepçe, Masîvanen Bejiyê û rawestîn dê bên nirxandin.

JURÎ Û FÎLMÊN BALKÊŞ
Di mîhrîcanê de di qada mîhrîcana fîlmên navnetneweyî de endamên jûrî Mîkaîl Aslan, Ayşe Polat, Yuksel Yavuz, Rûgeş Kirici, Mustafa Gundogdu, ji bo senaryoyê jî Ehmed Huseynî, Mizgîn

Bîngol, Denîz Gunduz, Îlhan Bakir û Erol Balci cih digirin. Di mîhrîcanê de fîlmên ku di nav de Fîlmê bin zikê rê yê Zekî Demîrkubuz, Meseleya Welat a Îsa Yildiz, Yek momik du momik ê Jano Rosebian û gelek fîlmên din jî di nav de dê 56 fîlm bên pêşandan.


Bernemeya Mîhrîcanê

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib