Ad (728x90)

Sunday, January 20, 2013

Filled Under: ,

Fîlmê 'Jin' tê pêşandan

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Fîlmê bi navê ‘Jin’ ku derhêneriya wê Reha Erdem kiriye û di fîlmê de çîrok gerîlayeke jin a kurd tê vegotin dê ewil di bernameya fîlman ya mihrîcana !f fîlman a Stenbolê de ku di meha sibatê de tê lidarxistin bê pêşandan


Mihrîcana Fîlmên Serbixwe ya Navneteweyî ya Stenbolê !f, dê îsal bi mînakên sînemaya Tirkiye û Cîhanê derkeve pêşberî temaşevanên xwe. Derhêner Reha Erdem diyar kir ku di mihrîcanê de fîlmê "Jin" ku di nava tevgera kurdan de çîroka gerîlayek jin vedibêje jî cih digire.

Mihrîcana Fîlmên Serbixwe ya Navneteweyî ya Stenbolê !f, di navbera 14-24'ê Sibata 2013'an de li Stenbolê bê pêşandan.
Mihrîcan dê di 28'ê Sibatê û 3'ê Adara 2013'an de li Enqere, di navbera 01-3'ê Adara 2013'an de li Îzmirê bê pêşandan. Di bernameya mihrîcanê de dê fîlmên sinemayê yên Tirkiye û cîhanê yên ku tên nasîn û wekî mînak tên nîşandan jî cihê xwe bigirin.

Di sînemaya cîhanê de fîlmê derhêner Leos Carax' "Holly Motors", filmê derhêner Miguel Gomes yê tabû ku xelata Alfred Bauer wergirt û fîlmên "Yüksek", "Always On The Run", "Jamie Woon", "Street", "Holy Ghost", "I Will Come Back" cih bigirin.

Dîsa di sînemeya Tirkiyeyê de jî dê fîlmên projeya "If İstanbul Sundance Lab" yê Zeynep Dadak û Merve Kayan "Mavi Dalga" û filmê Reha Erdem "Jin" dê di mihrîcanê de bên pêşandan.
Der barê mihrîcanê û fîlmên bên peşandan de Derhênerê fîlma "Jin" Reha Erdem diyar kir ku di mihrîcanê de fîlmê "Jin" di nava tevgera kurdan de çîroka gerîlayek jin vedibêje jî cih digire. Erdem, anî ziman ku wan fîlm li Çiyayê Motê û Kazê hat kişandin û wiha got: "Di fîlm de jiyan û têkoşinek gerîllaya jin vedibêje. Têkiliya jinê ya şer û xwezayê bi hevre tê vegotin. Di fîlm de Binnur Kaya, Aylîn Aslim, Denîz Hasguler, Philip Ardîtti, Kevork Malîkyan cih digirin."

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib