Ad (728x90)

Friday, January 25, 2013

Filled Under: ,

Li fîlmê nû a Kurdî “Apê Îrboˮ yê

HEVPEYVÎN SÎNEMAYA KURDÎ
Hingivê Kurdistanê li Swisre û çiyayê Alpê ye. Apê Îrbom ê Elbîstanî dema li welat bû wî salê 10-18 ton hingiv derdixist, ew wek penaber hat Swisre û niha li wir jî mêşên hingiv xwedî dike; jiyana Apê Îrbom ji aliyê derhênerê kurd Mano Khalîl ve bûye fîlm.

Te jiyana Apê Îrbo kiriye fîlm, gelo çîroka filim çawa ye?

Navê Film “Apê Îrboˮ ye. Kurdê Mereşê ji Îbrahîm re dibêjin Îrbom, yan jî Îrbo. Lê bi zimanê almanî wekê “Der Imker” tê gotin, ango mirovê ku mêşan xwedî dike û hingiv çêdike. Apê Îrbo bavê 11 Zarokan bû. Di salên 90î de, li derdora Elbistanê yek ji mezintirîn xwedî mêşên hingiv bû. Herdem li nav çiyayên Kurdistanê li cem mêşên xwe bû û hêdî hêdî têkiliya wî bi gerîllayan re çêdibû. Keça wî di sala 1993ê de tevlî gerîlla dibe û di demek kurt de şehîd dikeve. Leşkerên tirk Apê Îrbo digrin û wî îşkence dikin û jê dixwazin ku ew bo wan ajaniyê bike, yan jî wê wî bikujin. Piştî ew ji zindanê derdikeve, direve û 7 salan bi serê xwe li çiya dimîne. Astengiyek mezin ji malbata wî re derdixin, neçar dimînin û berê xwe didin metropolên Tirkiyeyê. Piştî ku kurê wî Alî tevli gerîlla dibe û zarokên wî yên din dikevin zindanê, jina wî dimire û zaroken wî diçin Îngiltere hinek jî tên Swîsra. Piştî demekê Apê Îrbo jî tê Swîsra. Apê Îrbo gellek kul, derd û rojen tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê re winda nake. Li vir dîsa dibe xwedî mêşan û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê.

Te Apê Îrbo çawa nas kir û çawa dest bi kişandina fîlm kir?
Beriya sê salan, biraderek hat cem min û çîroka Apê Îbrahîm ji min re got, ew ji min re bu meraq ku ez wî nas bikim. Bi rêya çend dost û hevalan min têkelî pê re danî. Ew li çiyayê Alpê li Swîsre bû. Ez pê re axivîm û min projeya fîlm jê re got, di destpêkê de ew ji bo kar ne emade bû. Salek derbas bû ez herdem diçûm çiya cem wî û kamera xwe re dibir. Roj bi roj min û Apê Îrbo me hevaltî be hev re danî. Apê Îrbo dilê xwe yê xemgînî ji min re vekir. Ango 3 sal em li ser kar bi hev re xebitîn.

Filimê te kengê û li kû dikeve sinemayê?
Film cara yekemîn roja 26ê Çileyê li festîvala filmên Swîsrî li Solothurn Filmtage wê were nîşandan û di 14ê Adara 2013ê de jî li hemû sînemayên Swîsre te nîşandan.

Gelo we fînansmana fîlm çawa kir? Dîsa weke fîlmên te yê berê Ewropiyan pistgiriya te kirin?

Belê heta îro hemû filmên min bi alîkariya welatên Europî tên amadekirin. Ne hikumeta Kurdistanê ne jî organizasyonên kurdî ti alîkarî nedane min. Ez karê xwe hêdî hêdî dikim, ez di şev û rojekê de nebûme “Derhênerê sînemayêˮ. Min 7 salan li Çekoslovakiya Akademiya Sînemayê xwend û gellek zehmetî dît heta ku mi xwendina xwe qedand. Ez situye  xwe li ber ti kesî xwar nakim, karê xwe bi xwe dikim û bi serê xwe finansê ji filmên xwe re dibînim. Ev film  ji aliyê kanala Swîsrî  û yek ji mezentirîn kenala cîhanê ya kulturî ARTE hat finanse kirin. Herwiha Wezareta za Swîsre, Beşê Sînema ya Kantona Bernê û gellek degehên din alîkarî kirin.

Te alîkarî ji Hîkûmeta Herêma Kurdistanê nexwest?

Berî çend salan, wezareta Rewşenbîrî  ya Hikûmeta Kurdistanê gotin ku ewê projeyek min nîv-fînanse bikin, me li Swîsre her tişt amade kir, lê mixabin ne alîkarî kirin û ne jî li min pirsîn. Piştî çend salan wan min jibîr kir, mi jî ew ji bîr kirin. Mixabin ew bun sebeb ku projeya min a wê demê 6 salan li paş bikeve.

Projeyên te yên nû hene?

Li Swîsre min sala borî şîrketa produksiyona fîlman bi navê “Frame Filmˮ damezirand. Projeya me ya nû bi navê “hechecikˮ.  Hechecîk yan jî bi Îngilîzi “The Swallowˮ fîlmekî ‘Road Movieʼ ye, yanî filmek rê ye û di zivistana 2013ê de em dest pê dikin. Fîlm wê li Swîsre û li Herêma Kurdîstana bê kişandin.

Ji bo rola sereke di fîlm de, xortekî kurd ê 30-35 salî ku bi înglizî biaxive ji bo me pêwîst e.

Min xwest ku bav û kur bînim cem hev

Kurekê Apê Îrbo gerîlla bû, wî nizanîbu ka gelo ew saxe yan jî şehîd ketiye. Piştî demekê ku me dest bi kar kir, min wêneyê kurê wî yê gerîlla dît û nas kir. Min zanîbu ku Alî, bi navê kod Zerdeşt sax e. Ji ber ku gava min filmê “Davîdê Tolhîldanˮ kişand min Zerdeşt li nav gerîlla dît. Gava min fîlm çêkir, min dixwest ez Apê Îrbo û kurê wî Alî- Zeredeşt bi rengekî bînim cem hev. Lê mixabin kurê Apê Îrbo, Alî di nîvê karê film de li Sêrtê şehîd ket…


Rudaw

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib