Friday, March 1, 2013
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Mîhrîcana Fîlman a Kurd a li Stockholmê qediya
By
Serbûriyek
Dated
7:16 AM
1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a li Stockholmê ev 4 roj in pêk dihat bi filmên ‘Jinên dengbêj’ û ‘Ruhên bê beden’ bi dawî bû. Derhênerê belgefîma bi navê ‘Bedenên Bêruh’ Sabîte Kaya ku di 2011’an de di Mîhrîcana Fîlman a Portekala Zêrîn a Antalyayê de Xelata Belgefilma Herî Baş wergirt, şert û mercên zehmet ên kişandina fîlm vegot û pirsên temaşevanan bersivand. Kaya got ku fîlm bi butçeyek hindik kişandine û anî ziman ku wan mijareke ku wekî tabu tê dîtin girtine dest
Kaya got film ji mijara xwe hatiye nîqaşkirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê her roj 3 jin ji ber namûs û toreyê tên kuştin û çîroka jinên di bedena xwe difiroşin di vî filmî de vegotiye.”Kaya destnîşan kir ku civak divê pêşî bi durûtiya xwe re bê rû hev û got ku fihûş û bêexlaqî di navbera du kesan de pêk tê û wiha axivî: “Mêrên ku sûcên bi vî rengî dikin, divê xwişkên xwe û hevserên xwe nekujin. Ji ber ku ew jî heman tiştî dike.” Şefa mîhrîcanê Yasemîn Salik diyar kir ku mîhrîcan eleqeyeke gelek mezin dîtiye û da zanîn ku derhênerê filmê ‘Bekas’ Karzan Kader, derhênerê filmê ‘Yên bê welat’ Saman Hosseînî û Sabîte Kaya rasterast bi temaşevanan re ketine diyalogê û got ku ev gelek girîng e. STOCKHOLM

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment