Ad (728x90)

Tuesday, February 12, 2013

Filled Under: ,

Malpera sînemaya kurdî

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Derhênerê kurd Ferhat Baysal, li ser bûyera Sînemaya Amûdê ku zarokên qet neçûbûn sînemayê û li salona sînemayê di şewata sînemayê de jiyana xwe ji dest dan, malpera ku sinemaya kurdî bide naskirin û xizmeta sinemaya kurdî bike ava kir


Derhênerê kurd Ferhat Baysal bo danasîna sînemaya kurdî û sînemahezên kurd li hev kom bike malpera bi navê www.sinemayakurdi.com ava kir. Baysal, dema di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de bû, li ser bûyera Sînemaya Amûdê kovarek xwend û bi neyînî bi bandor bû.

Derhêner Baysal piştî serbest hat berdan, malpera ku sînemaya kurdî bide naskirin û xizmeta sînemeya kurdî bike ava kir. Baysal, bi projeya xwe hem dixwaze sînemaya kurd bide naskirin û hem jî dixwaze li ser vê malperê sînemahezên kurd li hev kom bike.

BANDORA AMÛDÊ
Baysal ji girtîgehê derket derneket ligel hevalê xwe Kawa Çelebî projeyeke ava kir û dest bi xebata çand û hunerê kir.

Baysal, bi piştgiriya hevsera xwe Mubel Ay re di nava 4 mehan de malpera bi navê “www.sinemayakurdi.com” ava kir. Baysal anî ziman ku dema di girtîgehê de bû berhem û çavkaniyên wêje û felsefeyê digihîşt destê wan, lê bi tu awayî xwe nedigihandin sînemayê. Baysal, diyar kir ku dema ew di girtîgehê de bû kovareke ku qala bûyera sînemeya Amûdê dikir xwendiye û wê kovarê jî bandorek mezin li ser wî çêkiriye.

Baysal, da zanîn ku piştî ji girtîgehê derket 4 mehan li Navenda Çandê ya Cegerxwîn û piştre jî li Sînemaya Yilmaz Guney xebatiye û ji bo bîranîna van zarokên Amûdê ev proje amade kir. Baysal, destnîşan kir ku heta niha sînemeya kurdî bi awayekî rast nehatiye pêşkêşkirin û nehatiye naskirin û wiha got: “Xebatên Halîl Uysal û yên wekî wî derhênerên bi qîmet bûn û berhemên bi qîmet pêşkêş dikirin. Van derhenêran rastiya sînemaya kurdî derxistin holê.”

ARMANCA MALPERÊ
Baysal, anî ziman ku ev malper ne tenê ji bo temaşekirina fîlman e. Di heman demê de ji bo lêkolîn û vekolandinê ye. Dîsa ji bo dîrok û nîqaşên li ser sînemayê ne.

Ev malper sînemaya kurdî dide naskirin. Armanca malperê ew e ku hemû derhenêr û hunermendên kurd ên li diasporayê û hemû derhênerên şoreşger li hev kom bike.” Baysal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê her kes, bo sînemaya kurdî pêş bikeve û bi ser bikeve divê piştgiriyê bide projeya malperê û xwedî lê derkeve.” STENBOL - DÎHA

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib