Ad (728x90)

Thursday, December 2, 2010

Filled Under: , ,

Li Sine festîvala fîlmên kurt li dar ket

Li  rojhilatê Kurdistanê bajarê Sine, Festîvala Kurtefîlman hat lidarxistin. Di festîvalê de 11 fîlmên kurt ên derhênerên kurd hatin nîşandan.
Film FestivalLi gorî nûçeya Ajansa Farsê, Festîvala Fîlmên Kurt li bajarê Sine hat lidarxistin. Di festîvlalê de ku 4 roj dom kir, 90 kurtefîlm hatin nîşandan.

Serokê Encumena Sînemayê ya Sine Sîrûs Senyaî, îro li Sine diyar kir, di festîvalê de 11 fîlmên kurt ên derhênerên kurd jî hatin nîşandan û gel eleqeyeke mezin jê re nîşan dan.

Senayî, da zanîn, heta niha 6 fîlmên kurt ji aliyê derhênerên ciwan ve hatin kişandin û ev hejmar heta Newrozê dê bigihîje 20 fîlman.

Bajarê Sine (bi farsî Senendec), navenda Eyaleta Kurdistanê li Kurdistana Îranê ye. Ji sedî 99ê akinciyên Sine kurd in û bi zaraveyê Soranî-Erdelanî daxivin. Li gorî amarên fermî, nifûsa bajêr nêzîkî nîv milyon e.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib