Monday, December 6, 2010
Filled Under: FÎLMÊ BÎYANÎ, NÛÇE, XELAT
Fîlmê herî baş ê Ewropayê “Nivîskarê Xeyalet”
By
Serbûriyek
Dated
11:26 AM
Di Xelatên Fîlman ya Ewropayê yên 2010ê de ku ji aliyê Akademiya Fîlman ya Ewropayê ve tê sazkirin, fîlmê bi navê “Nivîskarê Xeyalet” yê Roman Polanskî bû fîlmê yekê.
Li gor nûçeya Reutersê, Xelatên Fîlman ya Ewropayê yên 2010ê duhî şev li Tallinna paytexta Estonyayê bi merasîmekê hatin dabeşkirin.
Di merasîmê de fîlmê bi navê “Nivîskarê Xeyalet” yê Roman Polanskî ku mijara wê siyasî ye, xelatên fîlm, derhêner û aktorê herî baş(Ewan McGregor) jî tê de, 6 xelat wergirtin.
Aktrîsta fransî Sylvie Testud jî bi fîlmê xwe yê bi navê Lourdesê xelata “aktrîsta herî baş” wergirt. Aktorê swîsreyî Bruno Ganz jî xelata rûmetê wergirt.
Muzîkjen Gabriel Yared jî bi muzîkên xwe yên di fîlmên “The English Patient” û “The Talented Mr.Ripley” de xelat wergirt.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment