Vê hefte em 2 fîlmên nû bi we didin nasandin...
Dildara bi Deyn - Something Borrowed
Cure: Romantîk / Pêkenînî
Derhêner: Luke Greenfield
Senaryo : Jennie Snyder , Emily Giffin
Çêker : 2011, DYE
Lîstikvan
Ginnifer Goodwin (Rachel) , Kate Hudson (Darcy) , Colin Egglesfield (Dex) , John Krasinski (Ethan)
Rachel (Ginnifer Goodwin) jineke dilsoz, parêzerekê baş, comerd û qenc e û tenê ye. Her tim hevala wê Darcy şîretan li wê dike da ku jixwe re yekî bibîne. Rachel di 30 saliya xwe de xwe di nava hembêza Dex'ê ji dema zanîngehê ji wî re evîndare dibîne. Lê Dex destgirtiya Darxyê ye. Ka gelo Rachel di navbera vê evînê û hevala xwe ya herî baş de wê çi bike?....
Min Şêytanê Dît - I Saw the Devil
Cure: Tirs / Rageşî
Gösterim Tarihi : 27 Mayıs 2011
Derhêner: Ji-woon Kim
Senaryo : Park Hoon-jeong-I
Çêker: 2010, Koreya Balûr
Lîstikvan
Byung-hun Lee , Min-sik Choi
Fîlmê "Min Şêytanê Dît - I Saw the Devil" ku ji ber sehneyên xwe yên şîdetê li Koreyê hat ber qedexe bûnê di rojevê de ye. Di "Min Şêytanê Dît - I Saw the Devil" de behsa têkoşîna tolhildanê a di navbera psîkopatekî û ajanekî ku wekî çîroka mişk û pisîkê didome tê kirin.. (HAWAR NET/SinemaKurd)

0 yorum:
Post a Comment